Seîd Cirdo: Grûpên çekdar rêgir in li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê

Çavdêrê siyasî Seîd Cirdo li ser sedema cîbicînebûna rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê axivî.
Çavdêrê siyasî Seîd Cirdo
Çavdêrê siyasî Seîd Cirdo

Hewlêr (K24) – Çavdêrê siyasî Seîd Cirdo li ser sedema cîbicînebûna rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye îmzekirin, diyar kir: “Ev bi handana hêzên herêmî, bi taybetî hêzên Îranê ye, ku taîfgerên xwe han dide ku bibin rêgir li ber pêşiya her rêkeftinekê.”

Seîd Cirdo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser armanca Îranê ya Hîlala Şîe û bandorên wê yên li ser Şingal, Kurdistan, herêm û cîhanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Çavdêrê siyasî Seîd Cirdo diyar kir: “Piştî rûdanên 16ê Cotmehê û kontrolkirina devera Şingalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, bi taybetî ji aliyê Heşda Şeibî ve, helbet hevkar digel hêzên PKKê ku hikûmeta Iraqê ew daxwaz kirine, anîne wê deverê. Hewl didin li jêr perda parastina deverê, siyaseteke taîfgerî cîbicî bikin, helbet ew jî bi handana Îranê ye, loma em dibînin her çende nêzîkbûnek di navbeyna Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de her gava ku dirust bû, ew aliyên din ên naxwazin dever îstirarê bi xwe ve bibîne û xelk vegere ser cihên bav û bapîran, hewl didin ku arîşe li vî alî an li wî peyda bikin, da ku pêngav neyên avêtin.”

Seîd Cirdo destnîşan kir: “Em dibînin, her çende şeş heyv di ser rêkeftina Şingalê re derbas bûn ku di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê ve hatiye îmzekirin, lê mixabin li her aliyekî jî hîç tiştekî pratîk rûnedaye, çi ji aliyê emnî ve, çi ji aliyê îdarî ve, çi ji aliyê avakirina deverê ve.”

Li ser sedama cîbicînebûna rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, Cirdo dibêje: “Ev bi handana hêzên herêmî, bi taybetî hêzên Îranê, ku taîfgerên xwe han dide ku bibin rêgir li ber pêşiya her rêkeftinekê.”

Li ser pirsa “Gelo hikûmeta Iraqê çawa dikare rê bide, welatekî din li ser erdê wê stratejiya xwe cîbicî bike?”, Seîd Cirdo eşkere kir: “Mixabin hikûmeta Iraqê çend sistiyê dike û dest ji wî aliyê herêmayetiyê ve ji Îranê re danîne ku siyaseta xwe li Iraqê cîbicî bike, loma em dibînin ne Şingal tenê, hemû deverên madeya 140 ên hevsînorên ligel Herêma Kurdistanê, niha hêza sereke ku destê xwe bi ser wan deveran de girtiye, Heşda Şeibî ye. Helbet yek ji wan egeran, lawazkirina Herêma Kurdistanê ye.” Herwiha diyar kir: “Heşda Şeibî jî alîgirê Îranê ye, hikûmeta Iraqê jî mixabin artêşa Iraqê, artêşeke sembolî ye, biryar û ferman di destê Heşda Şeibî de ye.”

Li ser hebûna hêzên PKKê li Şingalê diyar kir: “Biraderên PKKê roja berî wisa xuya kirin ku ew hatine hawara xelkê Şingalê, çi ji aliyê mirovî ve, çi ji aliyê netewî ve, ew yek jî bi wan re cihê destxweşiyê ye, me hemû birine Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, me got erkekî netewî û mirovî ye, ew ê bi cih bikin û wê deverê bi cih bihêlin û vegerin meydana têkoşîna xwe ya rasteqîn ku li Bakurê Kurdistanê ye, lê bi mixabinî ve, derket ku dixwazin destê xwe bi ser deverê de bigrin, ne tenê ev, dixwazin xwe bikin dardestên hêzên herêmî ku hêza sereke Îran e û dixwaze Iraqê kontrol bike, bi taybetî jî deverên madeya 140 û di bin fermana wan de kar dikin.”