Hak-Par: Divê bi destûreke nû mafên demokratîk ên gelê Kurd bên mîsogerkirin

Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) ji ber şert û mercên pandemiyê bi rêya video konferansê civîna meclîsa partiya xwe lidar xist.
Hak-Parê ji ber Koronayê bi rêya video konferansê civîna Meclîsa Partiya xwe lidar xist
Hak-Parê ji ber Koronayê bi rêya video konferansê civîna Meclîsa Partiya xwe lidar xist

Enqere (K24) - Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê encamnameya civîna Meclîsa Partiya xwe ragihand. Di encamnameyê de hat gotin, “Divê bi destûrekê nû mafên netewî û demokratîk yên gelê Kurd bê mîsogerkirin. Naxwe wê nebe destûrekê nû.”

Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê, di 17ê Nîsana 2021an da ji ber şert û mercên pandemiyê bi rêya video konferansê civîna Meclîsa Partiya xwe lidar xist û encamnameya civînê bi nivîskî ji bo raya giştî parve kir.

Di daxuyaniyê da Hak-Par, derbarê nîqaşên destûrekê nû de nêrîna xwe eşkere dike û dibêje, “Em wek Hak-Parê xebatên ji bo destûrekê nû û sivîl pir girşng dibînin. Li gorî partiya me pirsa Kurd ancax bi rê û rêbazên demokratîk tê çareserkirin. Ji loma jî em eşkere dikin, ji bo mafên netewî û demorkatîk yên gelê Kurd di destûra nû ya sivîl da cih bigre em ê bi hemû hêza xwe ve di nav xebatên destûra nû da bi awayekê çalak cih bigrin. Di vê çarçoveyê de, ger vê destûra nû jî bişibih wek destûrên berê û yê niha ku mafên gelê Kurd nas nake, wê nebe destûrekê nû. Bibe bibe ancax dibe dubareya destûrên berê û wê ji bo pêdiviyên civakê jî nebe çareserî.”

“Divê sîstema îdarî unîter na, federal be”

Beşekî ji encamnameya Hak-Parê bi vî şiklî ye;

“Hemû destûrên bingehîn yên li Tirkiyê li ser red û înkara gelê Kurd ava bû. Saziya siyaseta Tirk hebûna Kurdan û mafên wê yên kolektif û netewî nas nekir. Lê divê bi makezagonekê nû êdî mafên Kurdan bên garantîkirin û hemû netew û komên olî xwe bi awayekê azad karibin îfade bikin. Li gorî me divê destûra nû kurt be û bibandor be. Divê sîstema îdarî unîter na, federal be. Divê zimanê Kurdî wek Tirkî bibe zimanê perwerdeyê û di hemû qonaxên perwerde û hînbûnê da bibe zimanê perwerdeyê. Ev yek bi destûrî bê parastin. Polîtîkayên ewlehiyê niakribû pirsa Kurd çareser bike. Ya hewce li hundir û li derve birêvebirina polîtîkayên aştîxwaz û bi rûmet e. Divê Tirkiye li Rojhilata Navîn bi Kurdan re dostaniyê ava bike û di nav aştiyê da bimîne.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê da Meclîsa Partiyê ya Hak-Parê destnîşan dike, ji bo ew karibin ji bo gelê Kurd bibin alternatîf kar û xebatên xwe yên siyasî didomînin.