Amerîka bi fermî Tirkiye ji bernameya çêkirin û firotina firokeyên F-35 derxist

Amerîka ku ji ber kirîna sîstemên S-400, dorpêç danîbû li ser Tirkiyê, bi fermî Tirkiye ji bernameya çêkirin û firotina firokeyên F35 derxist.
F-35
F-35

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka ku ji ber kirîna sîstemên S-400 ên Rûsî, dorpêçî danîbû li ser Tirkiyê, bi fermî Tirkiye ji bernameya çêkirin û firotina firokeyên F35 derxist. berpirsekî Pentagonê da xuyakirin, rêkeftina ku bi Tirkiyê re hatibû kirin, hatiye hilweşandin û şûna wê girêbesteke nû bi welatên din yên beşdar re hatiye kirin.

Tirkiye ji bernameya çêkirin û firotina firokeyên cengê yên Amerîkayê, F-35 hate derxistin û bi fermî ji biryarê hat agahdarkirin. Ajansa fermî ya Tirkiyeyê “Anadolu”, li ser zarê berpirsekî pilebilind ê Pentagonê da xuyakirin, biryara derxistina Tirkiyeyê ji bernameya çêkirina F-35an, bi fermî gihandine rayedarên Tirkiyeyê.

Da zanîn, girêbesta ku Tirkiye jî di nav de, bi beşdariya heşt welatan destpêka sala 2007 hatiye îmzekirin, hatiye hilweşandin û di girêbesta duyemîn de bang li Tirkiyeyê nehatiye kirin. 

Şûna Tirkiyeyê welatek din jî nehatiye zêdekirin û Bernameya F-35 bi welatên berê yên beşdarî didome ku hin ji wan, Amerîka, Brîtanya, Îtalya, Kanada ne.

Li gor girêbestê, Tirkiye 1005 parçe bo firokeyan çêdikir û rêkeftibû ku 100 firokeyan bikire û wek pîşekî 2 milyar Dolar dabû Amerîkayê.

Destpêkê du firoke bo rahênanê, li Amerîkayê radestî firokevanên Tirkiyeyê hatibû kirin û şeş firoke bo Tirkiye hatibû firotin.

Lê ji ber kirîna sîstemên S-400ên Rûsî, Amerîka şeş firoke radestî Tirkiyeyê nekirin û ew di dawiya 2020 de tevli hêzên xwe yên asîmanî kirin. 

Amerîka di dawiya 2020 de, dawî li karên kompaniyên Tirkiyeyê jî anîbû ku 1005 parçeyên Firokeyan berhem dianîn.

Ji ber kirina sîstemên S400, di çarçoveya yasaya CAATSA de Amerîka dorpêçî daniye ser Tirkiyeyê, sizayên giran danîne li ser pîşesaziya serbaziya Tirkiyeyê.

Amerîka ji Tirkiyeyê dixwaze bi temamî sîstemên S-400 ji Tirkiyeyê derxe, eger na dê siza û dorpêçî bidomin.