Nêçîrvan Barzanî: Piştevaniya temam ji rojnamevanan û azadiya rojnamegeriyê re tekez dikin

Nêçîrvan Barzanî: Ji diyardeya biyanî û zimanê astnizim ya li beşek medya û medyaya civakî ya Kurdistanê serî hildaye dilgiran im

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî de peyamek belav kir û ragihand, di vê helkeftê de dilgiraniya xwe ya kûr ji wê diyardeya biyanî û wê zimanê astnizm derdibirim ku mixabin li beşeke medya û medyaya civakî ya Kurdistanê de serî hildaye.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Di bîranîna (123) saliya roja rojnamegeriya Kurdî û (23) saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de, pîrozbahiyê li rojnamevan û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dikim, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Piştevaniyeke tevahî ji bo rojnamevanan û baweriya me ya neguheriya bi azadiya rojnamegerî û raderbirînê wekî bingeheke serekî ya her civakeke demokrat û azadîxwaz, dûpat dikin.

Rexsandina jîngeheke aram û baş û handerê rojnamevanan û gihîştina wan ya bi çavkaniyên zanyarî û veguhestina dûrî her cûre berbestek, zamin e ji bo wê yekê ku karê rojnamegeriyê bikare erkê xwe ya li hişyarkirina raya giştî û rola çavdêraneya li ser karê dam û dezgehan ve bi cûreyek bibîne ku bibe hevbeşeke bi bandor ya li proseya avakirin û geşkirina demokrasî û civakê de.

Em çaverê ne rojnamevan berpirsiyarane û pîşeyiyane, bi ber çav girtina yasayan û bihayên pîşe û karên rojnamevaniyê û pêverên navdewletî, bi rastgoyî, hevseng û bê alî, karê xwe bikin û parastina aştiya civakî û aramiya siyasî û berjewendiyên bilindên gel û welatê xwe li ber çav bigrin. Her binpêkariyeke warê rojnamevaniyê, divê bi yasaya rojnamegeriya li kurdistanê de muamele li gel da bê kirin.

Bi çavekî rêz ve li rola wan rêxistinên navdewletî û navxweyiyan dinêrîn ku bi rastgoyî û emanetê ve çavdêriya azadiya rojnamegerî û raderbirîna li Herêma Kurdistanê dikin, raportên wan yên yarmetîder û rênîşander bi bihêzkirina bingeha û parastina azadiyan de dinirxînîn.

Her di vê helkeftê de dilgiraniya xwe ya kûr ji wê diyardeya biyanî û wê zimanê astnizm derdibirim ku mixabin li beşeke medya û medyaya civakî ya Kurdistanê de serî hildaye, ku zimanekî namo û xerîb bi akar û kevneşopiyên civaka Kurdistanê û bi dîrok û kelepûra giran ya rojnamegeriya Kurdî û dûrî li hemû etîk û bihayeke rojnamevaniyê ye. Divê bi hewla hemû aliyek sînor û tixûbek ji bo wê diyardeyê bê danîn û bi dawî bibe.

Xweşhal in ku doh Parlemena Kurdistanê biryarê ji bo bi fermî nasandina 22 yê nîsanê wekî roja rojnamegeriya Kurdî derxist û li vê bîranînê de silav û hûrmet ji bo giyanê Mîr Mîqdad Medhet Bedirxanê pêşeng û wan hemû rojnamevanan re dişînîn ku jiyan û pîşeya xwe xistin xizmeta azadî û pêşketina gelê xwe û bi navê gihandina rastî û geşepêdana rojnamegeriya Kurdî da giyanê xwe spartin. Hêvîdar im bîranînên paşerojê bi hev re û di rewşeke baştir de bikin.