Amerîka: Rewşa pêkhateyên olî li Herêma Kurdistanê aram e

Amerîka radigihîne, pêkhateyên olî li Herêma Kurdistanê di aramiyê de ne û li Iraqê jî di rewşeke dijwar re derbas dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka radigihîne, rewşa pêkhateyên olî li Herêma Kurdistanê bi aram e û li Iraqê jî pêkhateyên olî di rewşeke dijwar re derbas dibin.

Komisyona Navdewletî ya Azadiya Olî ya ser bi Hikûmeta Amerîka ve raporta xwe ya salane belav kir û tê de ragihand, li gor sala borî, rewşa pêkhateyên olî aram e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya Wezareta Ewqafê kar li ser çespandina mafên pêkhateyan dike, ligel wê jî Herêma Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin ji koçberên Êzidî, Kirîstiyanî, Tirkmen, Şebek kiriye.

 Ew komisyon derbarê Şingalê de dibêje, “Rêkeftina Şingalê ji bo parastina pêkhateyên olî yên navçeyê, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatiye îmzekirin, lê niha pêkhate li Şingal û Deşta Neynewayê de rûbirûyî metirsiyên mezin dibin û ji ber metirsiyên derketina DAIŞê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve, derfeta vegera wan li ser cih û warên xwe nîne.

Herwiha di raportê de hat jî: “Heşda Şeibî di sala 2020an de binpêkirinên mezin li hember pêkhateyên olî li parêzgeha Neynewayê kirine.”

Komisyona Navdewletî ya Azadiya Olî ji bo asayîkirina rewşê, çendîn rasperde arasteyî Hikûmeta Amerîka kirine, ji nava wan jî, cibicîkirina madeya 140 û rêkeftina Şingalê û cezakirina serkirdeyên Heşda Şeibî.