Parlamenterekî Iraqê bi Koronayê canê xwe ji dest da

Ednan Esedî îro bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest da.
Parlamenterê Iraqî Ednan Esedî
Parlamenterê Iraqî Ednan Esedî

Hewlêr (K24) – Parlamenterê Iraqî Ednan Esedî îro bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest da.

Biryar e termê parlamenter Ednan Esedî li navçeya Rumêse ya ser bi parêzgeha Musena ya li başûrê Iraqê were veşartin.

Ednan Hadî Nûrî Elî Esedî di sala 1952an de jidayîk bûye û yek ji kesayetên diyar ên Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî bû.

Ji sala 2004an ve Birîkarê Wezareta Navxwe ya Iraqê bû bo karûbarên îdarî û di sala 2010an de wek parlamenter hat hilbijartin, lê di sala 2011an de dest ji kar kişand, da ku vegere bo karê Birîkarê Wezareta Navxwe.