Îro 23ê Nîsanê Roja Pirtûkan a Cîhanî ye

Rêxistina UNECO ji sala 1995an ve, roja 23ê Nîsanê wek Roja Pirtûkan a Cîhanî destnîşan kiriye.
23ê Nîsanê Roja Pirtûkan a Cîhanî ye
23ê Nîsanê Roja Pirtûkan a Cîhanî ye

Hewlêr (K24) – Rêxistina UNECO ji sala 1995an ve, roja 23ê Nîsanê wek Roja Pirtûkan a Cîhanî destnîşan kiriye.

Roja 23ê Nîsanê, ligel koça dawî ya çend nivîskar û wêjevanên mezin ên cîhanê hevdem e, weke William Shakespeare, Garcilaso de la Vega, Miguel de Cervantes, ji ber vê yekê UNESCO ev roj ji bo bîranînan wan, weka roja pirtûkan destnîşan kiriye.

Ji ber qeyrana darayî û belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19), çend sal in li Herêma Kurdistanê dema vekirina pêşangeha pirtûkan a navdewletî tê paşxistin an jî di dema xwe de nayê sazkirin.