Kurdên li Rûsyayê bi çanda Kurdî şahiyên xwe li dar dixin

Daweta Alekê Fêrîk û Medya Mîro li bajarê Krasnodar yê Rûsyayê hat sazkirin û dawet bi çanda dîrokî ya Kurdan hat xemilandin.
kurdistan24.net

Krasnodar (K24) - Daweta Alekê Fêrîk û Medya Mîro li bajarê Krasnodar yê Rûsyayê hat sazkirin û dawet bi çanda dîrokî ya Kurdan hat xemilandin.

Daweta malta Fêrîkê Têmûr sîmayeke ciwan a parastina kevneşopiyên Kurdî nîşan da, hunermendan bi dengê xwe yê xweş stranên Kurdî gotin û ciwan û mezin hemû bi hev re ketin govendê.

Malbata Fêrîkê Têmûr nêzîkî 30 salan e li bajarê Krasnodar yê Rûsyayê bi cih bûne. Tevî ku bi hezaran kîlometre ji Kurdistanê dûr in, bi hestekî Kurdî dijîn û li Rûsyayê çanda xwe didomînin.

Bajarê Krasnodar bi dûrahiya hezar û 345 kîlometre dikeve başûrê paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê. Li gor amarên nefermî zêdetirî 20 hezar Kurd li bajarê Krasnodarê dijîn.