50 parlamenterên Iraqê bi Covid-19ê ketin

Kanalên Iraqî îro înê ragihandin ku bi dehan parlamenterên Iraqê bi vîrusa Koronayê ketine û hinek ji wan rewşa wan a tendirustiyê nebaş e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kanalên Iraqî îro înê ragihandin ku bi dehan parlamenterên Iraqê bi vîrusa Koronayê ketine û hinek ji wan rewşa wan a tendirustiyê nebaş e.

Li gor zanyariyên medyayê, hejmara parlamenterên ku bi vîrusa Koronayê ketine 50 parlamenter in ku bi giştî 329 parlamenterên Iraqê hene.

Herwiha ragihandine ku rewşa tendirustiyê ya 11 parlamenteran nebaş e û oksîjen bi kar tînin.

Hejmara parlamenterên Iraqê ku heta niha bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane, 5 kes in.