Xwaringeh bi gazind in ku wek berpirsê zêdebûna pêketiyên Koronayê tên dîtin

Dikandar û nûnerên dikandaran dibêjin piştgiriya ku bo dikandar tê dayîn ne têra debarê dike
Xwediyên xwaringehan ji ber ku wek berpirsê zêdebûna pêketiyên Koronayê tên dîtin, bi gazind in
Xwediyên xwaringehan ji ber ku wek berpirsê zêdebûna pêketiyên Koronayê tên dîtin, bi gazind in

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bi hatina Meha Remezanê xwaringeh careke din hatin girtin û tenê dikarin xwarinê wek pakêt bifiroşin. Derbarê vê rewşê de dikandar û nûnerên dikandaran dibêjin piştgiriya ku bo dikandar tê dayîn ne têra debarê dike û ne jî têra mûçeyên xebatkaran dike.

Ji 1ê Adarê pê de xwaringehên ku ji ber bergiriyên vîrusa Koronayê girtî bûn careke din dest bi standina mişteriyan bo hundir kirin û xwediyên xwaringehan ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Lê ji ber bilindbûna tuşbûyîyên vîrusa Koronayê ji destpêka Remezanê pê de careke din xwaringeh hatin girtin û derbasî serwîsa bi paket bûn. Xwediyên xwaringehan ji vê biryarê dilgiran in. Xwediyê xwaringehê Veysî Akkaşê ku ji 20 salan zêdetir e vî karî dike dibêje ew ti caran evqasî neketibûn tengasiyê de .

Veysî Akkaş ji K24ê re diyar kir: “Di serdema pandemiyê de karê me gelek xirap bû. Karê hemû esnafan xirap e. Wisa nameşe, êdî taqeta me nema ye. Rojane 700-600 mişterî dihatin. Niha hem Remezan e û hem jî serwîsa bi pakêt e. Rast e korona heye divê bergirî hebin em bo wê tiştek nabêjin, lê divê dewlet jî piştgiriyê bide me.”

Nûnerên dikandaran jî bi gazinc in ku xwaringeh wek berpirsên zêdebûna vîrusa Koronayê tên dîtin. Serokê Jura Xwaringeh û Şîranîfiroşan ê Diyarbekir Haşîm Elkaan dibêje gelek qadên ku bergiriyan binpê dikin hene lê xwaringeh tên tawanbarkirin.

Haşîm Elkaan diyar kir: “Kongre hatin li darxistin, mîtîng hatin li darxistin, civîn hatin li darxistin, bi hezaran kes beşdar bûn. Lê dema 2-3ê mişterî hatin dikanan, esnafên reben wek berpirsê belavbûna vîrusa koronayê hatin dîtin. Gelo dizanin çend dikandar û xebatkarên cem wan tuşî koronayê bûne. Di warê pabendbûna bergiriyan de jî em gelek serkeftî ne. Qet nebe bila bo dema fitarê destûr were dayîn.”

Ji aliyê dewletê ve ji esnafan re bo 3 mehan 1000 lîre piştgiriya dahatê û 500 lîre jî bo piştgiriya kirê hatibû dayîn. Lê esnaf dibêjin piştgiriya ku ji bo wan hatiye dayîn têrê nake ku hem mûçeyê xebatkaran bidin û hem jî lêçûna kar bikin.