Li Stenbolê wek kevneşopiyekê 8 milyon lale hatin çandin

Bi milyonan laleyên reng bi reng li Stenbolê li nav parkên mezin bi bedewiya xwe bala xelkê dikêşîne ser xwe.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê wek kevneşopiyekê, her sal bi milyonan lale tên çandin û bo xelkê tên nîşandan. Îsal jî tevî metirsiya Koronayê, 8 milyon lale hatin çandin û bajar bi laleyan hat xemilandin. Xelk jî ji bo dîtina laleyên reng bi reng herikîn deverên lale hatine çandin.

Kulîlka Buharê xemla Buharê. Bi milyonan laleyên reng bi reng li Stenbolê li nav parkên mezin bi bedewiya xwe bala xelkê dikêşîne ser xwe.

Her sal di meha Nîsan û Gulanê de li Stenbolê ji zêdeyî 10 milyon lale tên çandin û festîvala vê kulîlka biharê tê sazkirin, îsal ji ber pandemiyê festîval nehat sazkirin. Lê welatî û geştyar xwe ji dîtina laleyan mehrûm nehiştin.

Îsal 8 milyon lale li 4 deverên cuda yên Stenbolê hatin çandin û heta dawiya meha Gulanê ev lale dibişkivin piştî wê diçilmisin.