Ji ber şewata nexweşxaneya Bexdayê 3 roj şîn hat ragihandin

Li Nexweşxaneyeke Bexdayê ji ber teqîna bitleke oksicînê û vêketina agir, 27 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan jî kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nexweşxaneyeke Bexdayê ya taybet bi nexweşên Koronayê, ji ber teqîna bitleke oksicînê û vêketina agir, 27 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan jî kes birîndar bûn.

Şeva borî bitleke oksicînê li nexweşxaneya Ibin El-Xetîb teqiya û agir vêket, di encamê de 27 kesan canê xwe ji dest dan û bi dora 50 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, têkildarî şewata li nexweşxaneya Îbn El-Xetîb, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da lêkolîn bi hejmarek berpirsên di warê tendirustiyê de were kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîr Kazimî di daxuyaniyekê de ragihand, lê kolîn di derbarê wê bûyerê de tê kirin û yên bûne sedema bûyerê dê bêne sizadan.

Serokêwezîrê Iraqê da xuyakirin, ewên ku mirine wek şehîd tên dîtin û heger pêwîst be jî dê birîndar ji bo derveyî welat bêne şandin, di heman demê de sê roj şîn li welat hatiye ragihandin.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê ji parlamenteran xwest ku sibe Duşemê beşdarî rûniştina parlamentoyê bibin û behsa bûyera trajedîk a nexweşxaneya Îbn El-Xetîb a li Baxdayê bikin.

Serokatiya Parlamentoyê daxwaz ji Komîteya Tendirustî û Jîngehê jî kir, ew bi hikûmetê re kom bibin û lêkolînan li ser egerê vê bûyerê bikin, da ku kesên bêxemî kirine bidin dadgehê.