Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê amade ye pêşwazî li birîndarên bûyera Bexdayê bike

Şeva borî bitleke oksicînê li nexweşxaneya Ibin El-Xetîb teqiya û agir pê ket, di encamê de 27 kesan canê xwe ji dest dan û bi dora 50 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de hevxemiya ligel qurbaniyên karesata şewata nexweşxaneya Ibin El-Xetîb a Bexdayê ragihand, amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo her hevkariyekê ji birîndarên bûyerê re nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand, “Bi bûyera biêş û diltezîn a şeva borî li nexweşxaneya Ibin El-Xetîb ya taybet bi nexweşên Koronayê rû daye û di encamê de bi dehan kes canê xwe ji dest dan û birîndar bûn, em hejandin.”

Nêçîrvan Barzanî pirse û sersaxiyên xwe yên kûr arasteyî malbat û kesûkarên qurbaniyan û tevahiya gelê Iraqê kir û got ku ew hevsozê û hevbeşê xema wan e. Herwiha ji xwedêyê mezin daxwaz dikin giyanê wan di dilovanî û mihrebaniya xwe de şad bike û birîndaran bilez çak bike.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, “Herêma Kurdistanê bi her awayekî amade ye ku hemû alîkariyan pêşkêş bike û nexweşxaneyên wê jî bi temamî amade ne ku pêşwazî li birîndaran bike û pêwîstiyên bijîşkî ji wan re pêşkêş bike.”

Heriwha Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, divê alîyên peywendîdar sedemên derketina şewatê eşkere bikin û lêpirsînê li her kêmtirxemiyekê bikin û hemû rêkarên selamtê li her  cihekî bigrin ji bo ku bûyerê wiha bi êş li ti cihekî welat dubare nebe.