Marotto: Zêdetirî 26 hezar hesabên medyaya civakî yên DAIŞê hatine jinavbirin

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand ku heta niha li Iraqê zêdetirî 26 hezar hesabên DAIŞê yên medyaya civakî hatine jinavbirin.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand ku heta niha li Iraqê zêdetirî 26 hezar hesabên DAIŞê yên medyaya civakî hatine jinavbirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto eşkere kir: “Teror û tundrewî li ser hemû civakan gefên herî mezin in, di dema borî de Dije-Terora Iraqê 26 hezar û 280 hesabên DAIŞê û yên alîgirên wê rêxistina terorê yên medyaya civakî li Iraqê jinav birin.

Hesabên medyaya civakî propagandaya DAIŞê kirine û zanyarî û nûçeyên nerast û tirs û dudilî belav kirine.