Asayişa Qamişlo: Ti pirsgirêk û pevçûn niha tune ne

Fermandareke Asayişê: Em pabendî agirbestê ne, Dema êrîş li me bê kirin, em ê bersivê bidin
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Taxa Tey li Qamişlo bi temamî ji alî hêzên Asayîşê ve hat kontrolkirin û çekdarên mîşlîşyayên Berevaniya Niştîmanî yên ser bi rêjîma Sûriyê ve lê neman. Endameke Rêveberiya Asayişê dibêje, ew pabendî agirbestê ne, lê her dema êrîş li wan were kirin, ew ê bersivê bidin.

Piştî şer û pevçûnên 6 rojan di navbera Mîlîşyaya Berevaniya Niştimanî û hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li Qamişlo, bi gerentiya hêzên Rûsî û HSDê agirbesteke hertimî hat ragihandin. Piştî ragihandina agirbestê jî, ji duhî ve xelkê ku ji encama şer ji taxa Tey derketibûn, din bin çavdêriya hêzên Asayişê de vegeriyan malên xwe.

Di wê derbarê de Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ilham Ebdulah ji K24ê re got: “Taxa Tey bi temamî hatiye rizgarkirin û di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ye. Milet jî bi dilxweşî vedigirin malên xwe. Ti pirsgirêk û pevçûn niha tune ne, lê di çi demê de êrîş were ser me, em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn em ê civaka xwe biparêzin, ta ku civak di aramiyê de bimîne.”

Çekdarên Berevaniya Niştîmanî li taxa Tey û Hilko yên Qamişlo nemane û jê derketine. Xelk jî vegeriyan malên xwe. Lê dîsa jî, hêzên Asayişê di amadebaşiyê de ye, ji ber ku eger heye, di her demekê de agirbest ji aliyê çekdaran ve were binpêkirin.