Li Xaneqînê di êrîşeke DAIŞê de 2 leşkerên Iraqê birîndar bûn

Li bakurê Xaneqînê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de, 2 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Xaneqînê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de, 2 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn.

Jêderekî ji ewlehiya parêzgeha Diyale ragihand, li bakurê Xaneqînê di êrîşeke DAIŞê de, 2 leşkerên Lîwaya 19 a artêşa Iraqê birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê Ewlehiyê ya Iraqê jî ragihand, çekdarekî DAIŞê li navçeya Ubeydî li bakurê Bexdayê û çekdarekî din li bakurê Samirayê hatin desteserkirin.

Duhî jî di encama teqîna bombeyekê li ser riya bajarokê Reşad ê Kerkûkê de, 4 polîs hatin kuştin û 5 polîs jî birîndar bûn.