Chelsea wekhevî li Real Madrîd ferz kir

Yekalîkirina serkeftinê ji yariya bê ya li Stamford Bridge li Londonê re ma.

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd di gera çûnê ya nîvfînala Champions League de li ser yarîgeha xwe bi 1-1 bi Tîma Chelsea re wek hev bû û yekalîkirina serkeftinê ji yariya bê ya li Stamford Bridge li Londonê re  ma.

Real Madrîd di gera çûnê ya nîvfînala Champions League de şeva borî li stadyûma Alfredo mêvandariya Tîma Chelsea ya Îngilîzî kir. Êrîşkerê Chelsea Christian Pulisic di xuleka 14 an de li Real Madrîd tomar kir.

Piştre êrişkar Karîm Benzema di xuleke 29 de bi golekê bersiv da tîma Chelsea.

Yekalîkirina serkeftinê û derbasbûna bO fînala Champions League Jî, ma ji roja Çarşemê 5 Gulan li yarîgeha li Stamford Brîdge li Londonê.