Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Vatîkanê li Iraqê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Vatîkanê li Iraqê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 28.4.2021ê pêşwazî li Balyozê Vatîkanê li Iraqê Mîtya Lêskovar kir ku piştî destbikarbûna wî, cara yekem e bi fermî serdana Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê tevî bixêrhatin û pîrozbahiya li destbikarbûna wî kir, hêviya serkeftinê jê re xwast û tekez kir, Herêma Kurdistanê bi girîngî li pêwendiyên bi Vatîkanê re dinêre. Herwiha serdana Qedaseta Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi bûyereke dîrokî bi nav kir û hêvî xwast ew bi handerê vegera Kirîstiyanan bo welatê xwe ku hejmareke mezin ji wan ji ber şer û tundûtûjiyê di salên borî de ji Iraqê derketibûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî vekirina Zanîngeha Katolîkî ya li Enkawe bi hengaveke girîng û erênî da zanîn û tekez kir ku perwerde bingeha serekiya civakeke baş û pêşketî ye, ji bo wê yekê divê gelek girîngiyê bi kalîteya xwendinê û çanda pêkvejiyan û lêborînê bê dayîn û zanîngeh toreke berfireh peywendiya li gel zanîngehên cîhanê dirust bikin bo ku zêdetirîn sûd ji ezmûna serkeftiyan bibînin û bibin pira peywendî û bihêzkirina pêkvejiyan û lêborîn û hevdu qebûlkirinê.

Balyozê Vatîkanê li Iraqê spasiya Vatîkanê ji Herêma Kurdistanê dubare kir ku deriyên xwe di rûyê Kirîstiyanan û koçberên din ên Iraqê vekir. Diyar kir jî, Vatîkan bi girîngî, rêz û pesn li vê helwestê û li kultura pêkvrjiyanê, lêborîn û hevqebûlkirinê li Herêma Kurdistanê dinêre û spasî li Nêçîrvan Barzanî û berpirs û gelê Kurdistanê kir, ji ber ku li Herêma Kurdistanê bi germî pêşwazî li Qedaseta Papa hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi rola girîng a Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û diyar kir, Kirîstiyan pêkhateyeke resen a û sereke ya Herêma Kurdistanê ne û roleke berçav di xizmetkirin, avakirin û pêşvebirina Herêma Kurdistanê û bihêzkirina kultura pêkvejiyanê radibin. Tekez kir jî, di destûra Herêma Kurdistanê de ku niha ew mijûlî amadekirina wê ne, mafên hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê dê were parastin.

Rewşa deşta Neynewa, rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê, pêşhatên nexweşiya Koronayê û hilmeta vaksînkirinê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa Iraqê bi giştî, çend tewerên din ên civînê bûn ku şandeke Dêrê jî tê de beşdar bûn.