Peyama Serokwezîr li ser pesendkirina projeyasaya dadgehîkirina tawanbarên DAIŞê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya pesendkirina projeyasaya Dadgeha Tawankarî ya Taybet bi Tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê diyar kir ku ev yasa dê bibe pêngavek ber bi cezakirina tawanbaran.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya pesendkirina projeyasaya Dadgeha Tawankarî ya Taybet bi Tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê diyar kir ku ev yasa dê bibe pêngavek ber bi cezakirina tawanbaran û pêkanîna dadperweriya zêdetir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Îro Encûmena Wezîran projeyasaya Dadgeha Tawankarî ya Tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê pesend kir, bi mebesta lêpirsîn û dadgehîkirina terorîstên DAIŞê li ser encamdana tawanên şer û tawanên dijî mirovahî û komkujiyê.

Ev yasa piştî pesendkirina ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, çarçoveya yasayî ji bo dadgehîkirina terorîstên DAIŞê dadirije, bi rêya pêkanîna dadgeheke niştimanî li Herêma Kurdistanê, bi beşdariya tîma lêkolîna navdewletî bo lêpirsîna li tawanên DAIŞê ku dê ji aliyê komkirina belgeyan ve alîkar bibe.

Bêguman ev birîna kûr a qurbaniyên destê DAIŞê nacebirîne, bi taybetî xwişk û birayên me yên Êzdî û qurbaniyên din, lê belê dê bibe pêngavek ber bi cezakirina tawanbaran û pêkanîna dadperweriya zêdetir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û civaka navdewletî, erkê ser milê wan e ku terorîstên DAIŞê bînin ber dadgehê li hember tawanên wan ên li dijî gelê Kurdistanê û xelkê Iraqê û mirovahiyê bi giştî. Îro em hewlekê didin ji bo bicihgihandina vî erkê me yê hevbeş ji bo qurbaniyên Iraq û cîhanê. Bêguman ev gelek xebat divê, lê herî dawî pêk tê.