Artêşa Iraqê xendeqekê li sînorê Sûriyê dikole

Artêşa Iraqê li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re xendeqek ji sê metreyan dikole.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Iraqê li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re xendeqek ji sê metreyan dikole, ji bo rê li ber vedizîna çekdarên DAIŞê bigire.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî diyar kir, ew hewl didin kolandina xendeqa 3 metroyan kûr û 3 metroyan pehn a li ser beşek ji sînorê bi Sûriyê re di nava du mehan de temam bikin.

Xefacî  da xuyakirin, ji koma sînorê 220 kîlometreyî yê bi Sûriyê re, kolandina xendeqan bi qasî 140 kîlometreyî qedandine.

Berdevk Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hêvî kir, kolandina vê xendeqê dawî li vedizîna çekdarên DAIŞ'ê ji Sûriyê bo nava axa Iraqê bîne.

Her wiha destnîşan kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bircên çavdêrî û kontrolê pêşkêş kirine, da ku li ser xendeqên bi sînorê Sûriyê bi kar bînin

Jêderên agahdar yên Îraqê diyar kiribûn, xendeqekê li ser beşek ji sînorê Îraq û Sûriyê tê kolandin û Ameîrka ji bo kolandinê 5 milyon Dolar wek alîkarî pêşkêş dike.