Biden: Em rûbirûbûna gefên Îran, DAIŞ û El-Qaide berdewam dibin

Joe Biden bi boneya 100 rojî ya destbikarbûna wî wek Serokê Amerîkayê li pêş Kongressê gotarek pêşkêş kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka di gotara xwe ya yekem ya piştî 100 rojî de ragihand, ew ê hemû hewlên xwe ji bo rûbirûbûna gefên Îranê Îran, DAIŞ û El-Qaide bidin.

Joe Biden bi boneya 100 rojî ya destbikarbûna wî wek Serokê Amerîkayê li pêş Kongressê gotarek pêşkêş kir û got, rêveberiya wî di rewşa herî xirab a tendirustî û aborî de dest bi kar kir, lê bi demokratiyê bawerî ji welatiyan re vegeriyaye.

Biden her wiha bal kişand ser parastina hêzên welatê xwe li rojhilat û rojavayê cîhanê û got, "Bi şêwirmendiya bi hevalbendên xwe re û bi rêya dîplomasî û bersiva biryardar, em ê ji bo rûbirûbûna metirsî û gefên Îran û Koreya Bakur her tiştî bikin."

Derbarê Çîn û Rûsiya de jî Serokê Amerîka got, ew naxwaze ti nakokIyan bi herdu welatan re çêbike, lê belê bi hemû awayan dê berjewendiyên Amerîka biparêze.

Serokê Amerîka Joe Biden diyar kir jî, DAIŞ û El-Qaîde hîn li Yemen, Sûriye û Somalê ne û destnîşan kir ku divê Amerîka di amadehiyê de be.

Axaftina Bîden ji aliyê Komargeran ve hat rastî rexnekirinê hat û nûnerê wîlayeta Karolîna Başûr Senator Tim Scott got, "Pêşniyarên Biden dê krîza tenduristî û aboriyê çareser neke."