Jay Garner: Divê Amerîka wek statuyeke serbixwe li Herêma Kurdistanê binêre

Hakimê leşkerî yê berê yê Îraqê taybet bi Kurdistan24ê behsa serhildana sala 1991ê ya Kurdistanê û rola Pêşmerge di parastina gelê Kurdistanê di wê rewşê de dike.
Jay Garner
Jay Garner

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem Hakimê leşkerî yê Îraqê Jay Garner di hevpeyvînekê bi Kurdistan24ê re behsa serhildana sala 1991ê ya Kurdistanê û rola Pêşmerge di parastina gelê Kurdistanê di wê rewşê de dike û dibêje, me bi çavên xwe dît ku rewş çend hestiyar bû, dema xelkê deverê ji zilm û zordariya rejîma berê ya Îraqê tirsiyan û çawa berên xwe dan deverên çiyayî û welatên cîran.

Hakimê leşkerî yê berê yê Îraqê Jay Garner di hevpeyvînekê bi K24ê re got: Heta li bajarên mezin yên weke Duhok û Zaxo jî xelk malên xwe berdam û çûn Tirkiyê, ku xizmetkariyên sereke nebûn, weke kêmbûna avê û elektirîkê ku ji sedî 90 ê xelkê Kurdistanê pirsgirêka wan a tirs û birçîbûnê hebû û ber bi çiyayan ve reviyan.

Rola Pêşmerge di parastina gelê Kurdistanê de di serhildana sala 1991'an de:

Jay Garner got: Min hejmareke mezin ji Pêşmergeyên Kurdistanê dîtin ku hîn jî li bajaran mabûn û berevaniya xelkê dikirin. Ez dikarim bibêjim ku tiştê min bi çavên xwe dîtiye, karesateke mezin û metirsîdar bû, ji ber ku kesî nizanîbû di pêşerojê de dê çi bibe û dê çarenûsa vî gelê çi be?

Got: "Dema em bi xelkê re hatin Tirkiyê, çend rêxistinên xêrxwaz hatin piştgiriya xelkê kirin û min ji wan re got: Berpirsyariyeke mezin e li ser milê me hemûyan e.

Rewşa xelkê Kurdistanê di dema raperînê de:

Jay Garner herwiha diyar kir, eger em li wê demê binêrin, 4 hezar gund hatine wêrankirin û xelk bê av û elektirîk bû, binesaziya abûrî jî hatibû wêrankirin û bêkariyê rewşa xelkê xiraptir kiribû. Heger em bi niha berawird bikin jî, bi taybetî ku niha binesaziya aboriya pêşketî û xurt ava bûye û di warê şaristaniyê de gelek pêşketin pêk hatiye û xelk di nava jiyaneke nûjen de dijîn.

Behsa wê yekê jî kir, her çend e li Herêma Kurdistanê komek pirsgirêk hene, lê dikarim bêjim ku li seranserî welatên nûjen û pêşkeftî yên cîhanê pirsgirêk hene, lê eger em li rewşa niha û ya berî 30 salî bikin, em ê bizanin çi pêşkeftin li Kurdistanê çêbûye û kurd jî hêjayî wê pêşkeftinê ye.

Kurd di dîrokê de

Derbarê dîroka Kurdistanê de Garner got: Eger em li dîroka Kurd vegerin, emê bibînin ku kurd hertim ji bo mafên xwe têkoşîn kirine û hewl dane ku di her kêlîkekê de mafên xwe bi dest bixin û di her şikestinekê de jî hewla rabûnê dane, ji ber vê yekê ez hertim bi kurdan serbilind im, ji ber va serkeftinên ku bi dest ve anîne.

Gefên niha yên li ser Herêma Kurdistanê:

Li ser astê navxweyî:

Derbarê êrîşa vê dawîyê ya ser Herêma Kurdistanê de, hakimê berê yê Iraqê got: niha çend gef rûbirûyî Herêma kurdistanê bûne, belê ez dikarim bibêjim ku gefa yekem di nava Herêma kurdistanê de, hebûna du alIyan e ku ne li gel hevdu ne. Ji bo Herêma Kurdistanê bihêz bimîne, divê herdu alî yekgirtî bin, ji ber ku neyekbûna her du partiyan, gefeke mezin e li ser Herêma Kurdistanê, heger ew bi hev re bin, dikarin hikûmet û welat jî bi rê ve birin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dikarin rewşê bi temamî kontrol bikin.

Li ser asta Iraqê:

Garner amaje bi mafên Kurdan di destûra Iraqê de kir û got: Li gor destûrê, divê her projeyasayek li parlementoyê dengdan li ser bê kirin, eger her sê alî vê projeyasayî red bikin, ew dikare were hilweşandin, ji ber vê yekê kurd dikare li hember her projeyekê raweste ku li dijî berjewendiyên wê be, lê ew ê cihê mixabiniyê ye, Iraq destûr cîbicî nake, ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku cibicînekirina destûrê li Iraqê metirsiyeke din e li ser Herêma Kurdistanê.

Got jî: "Ez dixwazim behsa xaleke din a girîng jî bikim, ew jî ew e ku hin hêz li Bexdayê hene hejmûna xwe ferz kirine û movikên girîng ên hikûmetê ji aliyê komên ser bi Îranê ve hatine kontrolkirin ku kar ji bo ecindeya Îranê dikin û bûne metirsiyek mezin û fişarên xwe bi rêya wan komên milîs li dijî Amerîka û Kurdistanê bi kar tîne û gefan li Herêma Kurdistanê û Amerîka dikin.

Li ser asta navdewletî:

Herwisa tekezî li ser ewê çendê jî kir, ku li ser astê navdewletî mezintirîn metirsî li ser Herêma Kurdistanê cureya siyaseta niha ya derve ya Amerîka û danûstandina bi kurd re ye ku di çarçoveya Iraqeka yekgirtî de serederiyê pê re dike, ji ber ku siyaseta niha ya derve ya Amerîka tekezî li wê yekê dike ku weke Iraqeke yekgirtî pê re seredereyê dike û serederiyeke cuda bi Herêma Kurdistanê re nake, bi rengekî ku Amerîka her tiştî bike, divê Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re li hev bike. Divê Amerîka siyaseta xwe ya derve biguherîne û bi Iraqeke yekbûyî re serederiyê neke û divê weke statuyeke cuda û taybet bi Herêma Kurdistanê re serederiyê bike.

Gefên mîlîşyayan li ser Herêma Kurdistanê:

Garner derbarê êrîşa mîlîşyayan ên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybet li ser bajarê Hewlêrê, tekez kir û got, "Tevî ku nizanim niyeta van grûpan bi temamî ji êrîşa bi mûşkan çi ye, lê eger em analîz bikin, têgihiştina min ew e, dema Îran dixwaze Herêma Kurdistanê û Amerîkiyên li bajarê Hewlêr armanc bike, mebesta wê gihandina peyamekê ji Herêma Kurdistanê re ye û dixwaze bibêje, "Eger hûn destekê bidin Amerîkayê, ez dikarim aramiya we têk bidim. Ji ber wê jî êrîş li Hewlêrê tên kirin."

Amerîka çima heta niha hizra guhertina siyaseta xwe li hember Herêma Kurdistanê nekiriye?

Di bersiva vê pirsê de hakimê berê yê Iraqê Jay Garner got: Bi temamî nizanim ji bo Biden û Wezîrê Derve ya Amerîka jî bi vê awayî serederiyê dikin, di demekê de ku çendî guhartinên mezin li ser astên leşkerî û îdarî li Ameîrka kirine û çendîn berpirsên pilebilind di wan waran de û hejmarek mezin ji nûnerên Amerîka û dîplomatkaran guhartine û ewên têne Hewlêrê jî dizanin ku siyasetkirina bi Iraqeke yekgirtî re şikestin aniye, ji ber wê tênagihim ji bo çi heta niha wê siyasetê dike û di çarçoveya Iraqeke yekgirtî de serederiyê bi Herêma Kurdistanê re dike.

Gefên li ser hêzên Amerîka yên li Iraqê:

Girêdayî bi gefên berdewam ên li ser hêzên Amerîka li Iraqê û di bersiva pirsa, çima Amerîka biryar nade ku bi riya sîstema li dijî mûşekan, Herêma Kurdistanê naparêze? Ganer tekez kir: “Bi nêrîma min, pêwîstiya Amerîka li Herêma Kurdistanê bi hejmarek sîstema dijîmûşekî heye, her wek çawa pêştir li Efganistanê jî bi kar aniye, ji ber wê eger Amerîka wê sîstemê bi kar bîne, ne tenê dê ji bo parastina Herêma Kurdistanê be, belkû dê ji bo parastina leşker û baregehên wê yên leşkerî li Herêma Kurdistanê bin jî, lê nizanim çima Amerîka heta niha ew gav neavêtiye.”

Pêşbîniyên Ganer ji bo pêşeroja Herêma Kurdistanê:

Derbarê pêşbîniyên wî derbarê pêşeroja Herêma Kurdistanê di nava van hemû gef û şert û mercên niha hene de, Jay Garner got: Her çend e nizanim pêşeroj dê çawa be, dizanim ku eger li berî 30 salî binêrin, dizanin ku gelek guhartin li Kurdistanê rû dane, ew jî ji ber wê yekê ye ku serkirdatiyeke bihêz û dilsoz hebû, kurd gihandin vê rojê, herwiha ji ber ku kurd cengawer in û karîna wan a rûbirûbûna mezintirîn senaryo heye, ji ber wê dikarim bibêjim, her guhartineke mezin li cîhanê çêbibr, kurd dikarin xwe biparêzin.”

Şîret û rasperdeyên Garner ji nifşê niha yê kurd re:

Garner got: “Peyama min ji ciwanên Herêma Kurdistanê re ew e, bav û bapîrên we şer kirin û di rûyê rêjîma Seddam Husên de rawestiyan û hemû rojên wan êş û xebat bûn û ji bilî qurbaniyên wan, bi ked û têkoşîna xwe karîn îro ava bikin ku niha hûn tê de dijîn. Ji ber wê divê nifşê niha xwedî heman wê hêz û karîna bav û bapîrên xwe bin, divê ew jî bi hêz rûbirûyî her gefekê bibin û bi berdewamî xebatê bikin, ji bo bikarin ji rewşa ku niha heye, pêşerojeke baştir berhem bînin. Divê ew nimûneya ku ji bavên wan jê re mane, wek sîstemekê werbigirin û kar li ser bikin. Serkirdeyên mezin ji wan hene û ew jî dikarin bibin serkirde