HDP: Deshilata Tirkiyê ji bo ku xeletiyên xwe veşêre pirsa Kurd çareser nake

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ragihand ku deshilatdariya Tirkiyê ji bo ku xeletî û gunehên xwe veşêre jî ji bo pirsa Kurd tu çarseriyan peyda nake.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay

Enqere (K24) - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ragihand ku deshilatdariya Tirkiyê ev 40 sal in bi operasyonên dersînorî bi şer û kuştinê dixwaze pirsa Kurd çareser bike û ji bo ku xeletî û gunehên xwe veşêre jî ji bo pirsa Kurd tu çarseriyan peyda nake.

Berdevka HDPê Ebru Gunay di daxuyaniya çapemeniyê ya heftane de ragihand: “Zarokên me dimrin, welatiyên me canê xwe ji dest didin. Ji her tiştî girîngtir li navxwe û derve ji bo gel şer rewa tê dîtin.”

Ebru Gunay diyar kir: “Ev deshilata Tirkiyê bi şer hêza xwe diparêze. Ev 40 sal in bi operasyonên dersînorî dixwaze pirsa Kurd bi şer çareser bike. Deshilata AKPê neçareserkirina pirsa Kurd ji bo veşartina guneh û xeletiyên xwe weke amûrekê bikartîne.”

Gunay destnîşan kir: “Komara Tirkiyê heta ku pirsa Kurd çareser neke weke berê îro jî sibê jî dê tu caran serbixwe nebe. Heta ku Pirsa Kurd neyê çareserkirin Tirkiye dê her bin bandora hêzên navdewletî de bimîne. Tirkiye ya ku pirsa Kurd çareser neke nikara bihneke fireh verbigre. Pirsa Kurd li ser hemû partiyan de ye û kes nikara ji bo berjevendiyên xwe bi kar bîne.”