Li Îsraîlê di merasîma cejnê de 44 kes mirin

Li bakurê Îsraîlê di pîrozbahiya cejna Lag BaOmer de 44 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bakurê Îsraîlê di pîrozbahiya cejna Lag BaOmer de 44 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn, rewşa bi dehan birîndaran giran e.

Li Îsraîlê bi deh hezaran kes beşdarî merasîma olî ya bi navê Lag BaOmer bûn. Merasîm şeva borî li Mount Meron li navçeya Galilee hatibû lidarxistin.

Medyaya Îsraîlê di destpêkê de ragihand, stadyuma ku merasîm têde birêve çû, herifiye û ketiye xwarê lê piştre hat ragihandin ku kesên canê xwe ji dest dane, yan fetisî ne yan jî di bin lingan de mane û canê xwe ji dest dane.

Bi hezaran cihû di wê merasîmê de beşdar bûn û li Îsraîlê weke yek ji kombûnên herî mezin tê nasîn ji dema ku pandemiya Korona destpê kiriye.

Bi hezaran xelkê Îsraîlê li ser gora Şemûn Bar Yûşay kombûn ku ahengeke salane ye û xelk bi dirêjahiya şevê nimêj û semayê dike. Ew gor yek ji cihên herî pîroz e li cem Cihûyan.