McKenzie: Niyeta Amerîkayê ya vekişîna ji Iraqê tune

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie ragihand; niyeta Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Iraqê tune ye.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie ragihand; niyeta Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Iraqê tune ye û li ser daxwaza hikûmeta Iraqê mane. Herwiha eşkere kir; şerê DAIŞê bi dawî nebûye, loma bi hevkariya Hevpeymanan li ser têkoşîna li hember terorê dê berdewam bibin.

General Kenneth McKenzie di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihand; li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hêzên wan li wî welatî ne, şerê DAIŞê jî bi dawî nebûye, bi hevkariya Hevpeymanan di têkoşîna li hember terorê de berdewam dibin.

McKenzie pesnê rola hêzên Iraqê di rûbirûbûna DAIŞê de da û got: “Iraqî bi xwe şerê meydanî yê terorê dikin, hêzên Amerîka û Hevpeymanan, xwe ji operasyonênserbazî dûr dixin û tenê piştevanî û perwerde û rahênanê bi hêzên Iraqê dikin.”

Li ser siberoja hêzên wan ên li Iraqê, General Kenneth McKenzie destnîşan kir ku gotûbêja stratejîk a Bexda û Washingtonê, dê çarenûsa wan hêzan diyar bike, di heman demê de got: “Ez ne di wê baweriyê de me ku em di demeke nêz de Iraqê bi cih bihêlin.”