Williams: DAIŞ hê jî gefeke cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê David Williams derbarê êrîşa DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerge de axivî.
Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê David Williams
Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê David Williams

Hewlêr (K24) – Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê David Williams derbarê êrîşa DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerge de ragihand: “Ev êrîş bi bîr tîne ku hê jî DAIŞ gefekî cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Kolonel David Willams ji K24ê re ragihand: “Em sersaxiyên xwe arasteyî malbatên pêşmergeyên şehîd dikin û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.”

David Willams diyar kir: “Ev êrîş bi bîr tîne ku hê jî DAIŞ gefekî cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê, loma divê demildest hemahengî di navbera hêzên Kurdistanê û Iraqê de li deverên cihê nakokiyê were dirustkirin.”

Willams destnîşan kir: “Yek ji xalên hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, damezrandina navenda hevbeş e li wan deveran, da ku rêgirî li encamdana êrîşên weke şeva borî were kirin û herwiha hemahengiyeke din e ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê.”