Amerîka êrîşa DAIŞê li ser Pêşmerge şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê êrîşa DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge şermezar kir û diyar kir, Washington bi piştevaniya hêzên Pêşmerge pabend dibe, ji bo DAIŞ bi temamî bê jinavbirin.
Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê di twîteke xwe de nivîsand: “Em sersaxiya xwe arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên Pêşmergeyên ku di êrîşa DAIŞ'ê de li Pirdê şehîd bûne, dikin.”
Her wiha destnîşan kir, Amerîka dê ji bo jinavbirina DAIŞ'ê piştgîriya hêzên Pêşmerge bike, ji bo DAIŞ bi temamî bê jinavbirin.
The @USConGenErbil offers its condolences to the Kurdistan Regional Government n families of Peshmergas killed during an ISIS attack in Pirde (AltunKupry). The US remains committed to standing w/ Peshmerga n other #Iraqi security forces to ensure that ISIS is completely defeated. pic.twitter.com/b6TFPFZkPW
— U.S. Consulate General Erbil (@USConGenErbil) May 2, 2021