Serokê Herêma Kurdistanê serdana Komela Dadgerî û Yekgirtûya Îslamî kir

Nêçîrvan Barzanî îro duşemê 3yê Gulana 2021ê li Hewlêrê serdana Komela Dadgerî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro duşemê 3yê Gulana 2021ê li Hewlêrê serdana Komela Dadgerî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Di her du hevdîtinên cuda de li gel her yek ji Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn û berpirsên her du aliyan, rewş û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, pirsa amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên bê yên Iraqê û çend pirsên din hatin nirxandin.

Di hevdîtinan de tekezî li ser girîngiya berdewamiya karê pêkveyî û hewldana hemû aliyane ya alî û pêkhatên Herêma Kurdistanê bi navê yekrêzî û tebayî kirin û rola Serokatiya Herêma Kurdistanê wekî sîwana komker ya hemûyan bi bilindî hate nirxandin.

Hemû hevnêrîn bûn ku rûbirûbûna gefên niha û paşerojê ya Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo hebûna çarçoveyeke karê hevbeş ya di navbera aliyan ya bi navê parastina berjewendiya bilind ên Herêma Kurdistanê dûrî li nakokî û cudahiyên siyasî, erkê hemûyan e.