Ji bo asayîkirina pêwendiyan, şandeke Siûdî bi Beşar Esed re civiya

Her du aliyan li hev kir, wek gave yekem, Balyozxaneya Siûdiyê li Şamê were vekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya “Rai Alyoum” ji çend jêderên Sûrî veguhest ku şandeyeka Si'ûdiye bi serpiristiya Serokê Ajansa Hewalgiriyê ya wî welatî bi Serokê Sûriya Beşar Esed re kom bû û her du alî jî ji bo vegerandina pêwendiyên di navbera her du welatan de li hev kirin.

Rojnameyê diyar kir, şandeyek bi Serokatiya Serokê Hewalgiriya Siûdiyê Ferîq Xalid El-Hemêdan roja Duşemê 3.5.2021ê serdana Şamê paytexta Sûriyê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed û Cîgirê Serokê Karûbarên Ewlehiyê Lîwa Elî Memlûk re civiya.

Wê rojnameyê nivîsî: “Her du aliyan li hev kir ku şande piştî Cejna Remezanê careke din vegere û demeke dirêj bimîne.”

Rojnameyê li ser zarê çend jêderên dîplomasî belav kir, her du aliyan li hev kir Balyozxaneya Siûdiyê li Şamê vekin, wekî gava yekemîn ber bi destpêkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de di hemû aliyan de.

Herwiha diyar kir: “Şandeya Siûdiyê ji Sûriyan re gotiye ku welatê wan pêşwaziyê li vegera Sûriyê ji bo Komkara Erebî û hebûna wê di Kongreya Lûtkeya Erebî de ya dahatî de li Cezaîrê dike, eger kongre di dema xwe de were lidarxistin.”

Destnîşan kir jî: "Heta niha nayê zanîn ku serdana piştî cejna Remezanê, ya ji bo vekirina Balyozxaneya Siûdiyê li Şamê, dê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Siûdiyê Mîr Feysel Bin Ferhan El-Siûd be, yan bi serokatiya Ferîq El-Hemedan be.”

Ev pêşhata asayîkirina Pêwendîyên Sûriye û Si'ûdîye, piştî kombûna şanda Siûdî û Îranî ya nehênî ya berî du hefteyan li Bexdadê hat. Cihnişînê Siûdîye jî di dîdareke telefizyonî de piştrast kir ku welatê wî dilxwaze pêwendîyên xurt bi Îranê re damezrîne.

Nakokiya Siûdiyê û Sûriyê li ser têkiliya xurt û stratejîk a Sûriyê bi Îranê re bû, lê niha û piştî civîna Siûdiyê û Îranê li Bexdayê, pêşbîniyên danûstandinên Vienna yên ji bo vejandina rêkeftina navokî ya Îranê û rakirina cezayên Amerîkî li ser Îranê, hesabên Siûdiyê bi temamî hatin guhertin û serokatiya wî welatî hewl dide pêwendiyên xwe bi mihwerê Îran-Sûriyê re baştir bike û têkiliyên di navbera Tehran û Riyadê de asayî bike, ev yek jî dihêle ku di zûtirîn dem de jî bigihe çareseriyekê û derketina Siûdiyê ji aloziya Yemenê.