Nêçîrvan Barzanî gihîşt Silêmaniyê

Serokê Herêma Kurdistanê di civînên xwe de, çend pirsên girîng bi aliyên siyasî re guftûgo dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel cîgirên Serokê Herêmê Cafer Şêx Mistefa û Mistefa Seyid Qadir gihîşt bajarê Silêmaniyê û biryar e çend pirsên girîng bi aliyên siyasî re guftûgo bikin.

Di destpêkê serdana bo Silêmaniyê de, Serokê Herêma Kurdistanê li girê Zergirde ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê û berpirsên wê partiyê bicive.

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê

Tê payîn îro Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê li gel rayedarên payebilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive û piştre jî serdana Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê bike.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê, di civîna Serokê Herêmê ya ligel aliyan de, dê li ser hilbijartinên dahatû yên Iraqê, yekhelwestiya kurd li Bexda û pêwendiyên aliyên siyasî bikin guftûgo bêne kirin. Mijareke din a hevdîtinan jî, dê mijara destûra Herêma Kurdistanê be.

Ji bo gengeşekirina van pirsan, duhî Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi Serokê Komela Dadgewerî ya Kurdistanê Elî Baper û û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn re civiyabû.

Ev yek di demekê de ye, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwe amade dikin ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên pêşxwet bibin ku biryar e di 10'ê Cotmeha îsal de birêve biçin.