Li Îranê 344 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihîştiye 73 hezar û 219 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Komara Îslamî ya Îranê 344 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 20 hezar kesan jî bi vê vîrusê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 20 hezar û 150 kes bi Koronayê ketine û 344 kesan bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan0.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîştiye 2 milyon û 575 hezar û 737 kesan, ji wan jî 73 hezar û 219 kesan canê xwe ji dest dane.