Li Diyarbekirê welatiyên mexdûr ên Sûrê ji xaniyên nû nerazî ne

Welatiyên Sûrê gazindan dikin ku xaniyên nû hatine avakirin gelek biha ne û xaniyên welatiyan ên hatine hilweşandin jî erzan hatine nirxandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Gerînendehiya Bajarvanî û Hawirê ya Diyarbekir ji bo radestkirina 28 xaniyên nû yên Sûrê ku piştî şer û pevçûnên xendeqan hatibûn avakirin merasîmek li dar xist. Di merasîmê de welatiyan gazind kirin ku xaniyên nû hatine avakirin gelek biha ne û xaniyên welatiyan ên hatine hilweşandin jî erzan hatine nirxandin.

Piştî şer û pevçûnên xendeqan ên navçeya Sûr a Diyarbekirê bo qerebûkirina mexdurên ku xaniyên wan ruxiyane 506 xaniyên nu hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de jî bo radestkirina 28 xaniyên nu hatine avakirin ji aliyê Gerînendehiya Bajarvanî û Hawirê Ya Diyarbekir ve li Taxa Elî Paşa merasîmek li dar xist. Di merasîmê de welatiyan bertek nîşan dan û gelek welatiyan gotin ji ber ku xaniyê wan ê kevin erzan hatiye nirxandin û xaniyên nû hatine avakirin biha ne ewê xanî qebûl nekin. Bihayê xaniyê kevin dê ji bihayê xaniyê nû were derxistin û pereyê mayî jî heta 15 salan bi awayekî mehane ji aliyê mexdûran ve dê were dayîn. Welatî dibêjin mexdûriyeta wan berdewam e û hêza wan têrê nake ku xaniyên nû bistînin.

Welatiyek ji K24ê re diyar kir: “Em qebûl nakin. Em mexdûr in. 6 sal in em di kirê de ne lê piştî sala 2017an êdî piştgiriya kirê jî qut kirin û êdî nedan me. Xaniyên min 96 hezarî hesibandin û xaniyê nû jî 360 hezarî didin me. Ma ka ezê çawa 360 hezarî bidim. Em bêxwedî ne. Bila dewlet xwedî li me derbikeve.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Min ji feqîrî û belengazî qebûl kir. Ez niha di kirê de me. Zarokên min kirêya min didin û hîn ev der jî temam nebûye. Divê hem kirêya vir bidim û hem kirêya xaniyê niha bidim. Ji min nayê. Xaniyê min ê berê jî erzan hisap kirin. 7 jûrên xaniyê min hebûn.”

Derbarê gazindên welatiyan de rayedarên dewletê jî amaje kirin ku wan derbarê şert û mercan de ji destpêkê ve agahî dane welatiyan û welatiyan jî ev şert û merc qebûl kirine û li gel 302 welatiyan peyman jî îmze kirine û 93 xanî jî radest kirine.

Gerînendeyê Bajarvanî û Hawirê yê Diyarbekir Ufuk Nurullah Bîlgîn anî zimên ku wan gelek bijarde jî pêşkêşî welatiyan kirine û ji bo ku welatî mexdûr nebin çi ji destê wan hatibe kirine.

Ufuk Nurullah Bîlgîn got: “Dema ku bihayên xaniyên kevin hatin destnîşankirin li gorî yasa û pîvanên bajarvaniyê ev yek hat kirin. Ji bo metirçargoşeyekê 2000 hezar lira hat dayîn. Haya hemû mexduran jî ji vê yekê hebû. Me ji destpêkê heta niha derbarê pêvajoyê de agahî dan welatiyan. Me got hûn bixwazin li nav Sûrê xaniyê nû, bixwazin jî ji tokiyê yên aliyê bajêr ê nû hatine avakirin em bidin we. 2369 welatiyan xaniyê tokiyê xwestin. Heta gelek welatiyan hîn xaniyê xwe nestandîn çûn cem emlakvanan derxistin firoştinê.”

Di pêvajoya jinuveavakirina Sûrê de li 6 taxên Sûrê 506  xanî, 122  dikan û 9  jî otelên butik, bi tevahî heta niha 637 avahiyên nû hatine avakirin. Gerînendehiya Bajarvanî û Hawirê ya Diyarbekir jî dide zanîn ku ew pêşbînî dikin heta meha tîrmehê tevahiya avahiyan radestî mexdûran bikin.