Êrîşek li dijî binkeya Eyn Esed a li Enbarê hat kirin

Binkeya Eyn Esed ku hêzên Amerîkayê tê de ne, rastî êrîşeke mûşekî hat.

Hewlêr (K24) – Binkeya Eyn Esed ku hêzên Amerîkayê tê de ne, rastî êrîşeke mûşekî hat.

Çavkaniyeke serbazî ragihand: “Binkeya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ku hêzên artêşa Amerîkayê tê de ne, berî demekê bi çend mûşekan rastî êrîşekê hat.”

Herwiha ragihand: “Mûşek li meydana vala ya nav binkeya serbazî ketine xwarê.”

Duh jî li parêzgeha Selahedîn hejmarek mûşek li ber binkeya esmanî ya Beled ya li bakurê Bexdayê hat kirin.

Binkeya serbazî ya esmanî ya Beled, binkeya herî mezin a esmanî ye li Iraqê û 64 kîlometre ji bakurê Bexdayê dûr e.

Binkeya Beled ji aliyê kompaniyeke Yugoslavî ve hatiye çêkirin. 39 jêrzemîn û penagehek ji bo parastina firokeyan tê de heye.

Di serdema şerê heşt salan ê navbera Iraq û Îranê de, binkeya herî çalak esmanî ya Iraqê bûye.