Kazimî ligel McGurk behsa vekişîna hêzên Amerîkayê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro sêşemê ligel şanda Amerîkayê behsa vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê yên li Iraqê kir û daxwaz kir ku Amerîka alîkariya Iraqê bike di aktîvkirina hinek dezgehên tendirustiyê de.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro sêşemê ligel şanda Amerîkayê behsa vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê yên li Iraqê kir û daxwaz kir ku Amerîka alîkariya Iraqê bike di aktîvkirina hinek dezgehên tendirustiyê de.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Iraqê, Mistefa Kazimî pêşwazî li Rêkxerê Koşka Spî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê Brett McGurk û Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê û Alîkarê Wezîrê Derve yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê ji bo Rojhilata Navîn kiriye.

Di hevdîtinê de behsa hemahengî û hevkariya hevbeş a di warên cur bi cur de kirine û tekezî li wê yekê hatiye kirin ku encamên danûstandinên stratejîk ên di navbera her du welatan de werin aktîvkirin, bi taybetî mijara ku bi vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê yên li Iraqê ve girêdayî ye û pêşxistina alîkarî û berfirehkirina di warên aborî û rewşenbîrî û bazirganî de.

Herwiha di hevdîtinê de behsa warê tendirustî û jinavbirina pandemiya Koronayê û alîkarîkirina ji bo dabînkirina piştevaniyê bo birêkxistina hinek dezgehên tendirustiyê li Iraqê.

Şanda Amerîkî îro ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.