Li Tirkiyê gotegotên hilbijartina pêşwext dîsa di rojevê de ye

Ji ber rewşa xirab ya aboriyê û birêveberiya xirab ya proseya vîrûsa koronayê nîqaşên hilbijartina pêşwext dîsa hatin rojevê
author_image Nalin Diri
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê ji ber rewşa xirab ya aboriyê û birêveberiya xirab ya proseya vîrûsa koronayê nîqaşên hilbijartina pêşwext dîsa hatin rojevê. Opozîsyon dixwaze pergala bihêz ya parlementeriyê were cîbicîkirin û îdia dike herî zû di payîza vê salê de, herî dereng di bihara sala pêşîn de hilbijartinên pêşwext dê werin birêvebirin.

Li Tirkiyê serokên partiyên siyasî yên opozîsyonê, dibêjin desthilat nikare bi avayekî birêkûpêk birêveberiya welat bike û bi wî avayî nîqaşên hilbijartinek pêşwext tînin rojevê. Nûnerên partiyên siyasî li parlementoya Tirkiyê daxwaza hilbijartina pêşwext dinirxînin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya opozîsyona sereke CHPê Alî Oztûnç dibêje, hilbijartina pêşwext ne daxwaza me ye, ya gel e.

Alî Oztûnç diyar kir: “Ev daxwaza me nîne, ev daxwaza gel e. Em daxwazên gel ji bo desthilat û şirîkê wê yê piçûk ra radigihînin û em ji wan ra meydanê dixwazin. Îradeya netewî hilbijartinê dixwaze. Divê demildest em biçin hilbiajrtinekê pêşwext. Nexwe ji xeynî hilbijartinê em nikarin pêşî li vê rewşa xirab bigrin.”

Parlementerê Partiya Demokratîka Gelan HDPê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî dibêje, desthilatê êdî meşrûtiya xwe torandiye û pêdivî bi hilbijartinek pêşwext heye.

Mûrat Çepnî dibêje: “Desthilat rewabûna xwe ji dest daye. Li vî welatî êdî di her warê da tevlîhevî û alozî heye. Em li gel daxwaza hilbijartinekê pêşwext li hemberî desthilatê daxwaza tifaqa demokrasiyê jî tînin ziman. Ji loma jî divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek û her wiha hilbijartinekê pêşwext çêbibe.”

Li aliyê din li Parlementoyê parlementer tînin ziman ku desthilat di egera hilbijartinekê de dizane ku dê bitorîne, ji loma hilbijartinê naxwaze. Li mezelên Parlementoyê tê axaftin ku hilbijartin herî zû di payîza ev salê de, herî dereng di bihara sala pêşîn de hilbijartinên pêşwext dê werin birêvebirin.