Îsraîlê êrîşî Laziqiye û Hemayê kir û kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Sûriyê ragihand, îro berbangê firokeyên Îsraîlê çend baregeh li parêzgeha Laziqiye û Hemayê mûşekbaran kirin û di encama de kuştî û birîndar çêbûne.
Li gor ajansa SANAyê, bombebaran îro berbangê firokeyên Îsraîlê bi mûşekan êrîşî hin baregehên li bajarê Laziqiye û bajarokê Hifê li parêzgeha Laziqiyê û bajarokê Misyafê li parêzgeha Hemayê kirin.
Diyar kir jî, Hêzên Berevaniya Esmanî yên Sûriyê rûbirûyî êrîşa mûşekî bûne û hejmarek mûşek jî xistine xwarê.
Ajansê Exbariyê jî diyar kir, di encama êrîşê de kesek hatiye kuştin û 6 kes birîndar bûne.
Fewca Agirkujê ya Laziqiyê jî da zanîn, di êrîşa Îsraîlê de komgeheke madeyên plastîkî li parêzgeha Laziqiyê hat armanckirin û agir bi wê komgehê ket, lê agir ji aliyê wan ve hat vemirandin.