Kerkûk.. DAIŞê careke din êrîşî ser kêlgeheke petrolê kir

Çekdarên DAIŞê careke din êrîşî ser kêlgeha petrolê Bay Hesen ya li Kerkûkê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê careke din êrîşî ser kêlgeha petrolê Bay Hesen ya li Kerkûkê kir û polîsek kuşt û yekî din jî birîndar kir.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, îro berbangê hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî ser kêlgeha Bay Hesen li bakurê rojavayê Kerkûk kir û di encamê de polîsek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Di dema borî de çendîn caran êrîşî ser kêlgeha Bay Hesenê kiribû û bîrên petrolê teqandibûn, di encamê de jî hinaredekirina petrolê jî dihat rawestandin.