MAN City bo cara yekem gihîşt finala Champions League

Yarîzanê Cezaîrî Riyad Mahrez di xulekên 11 û 63 'an golên MAN City tomar kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di nîvfînala Champions League de, şeva borî Manchester City bi encama 2-0 bi ser Parîs Saint – Germain ket û derbasî fînalê bû.

MAN City di gera hatinê ya nîvfînala Champions League de şeva borî li Etihad Stadium mêvandariya Tîma PSG kir û bi encama 2-0 bi ser ket.

Yarîzanê Cezaîrî Riyad Mahrez di xulekên 11 û 63 'an golên MAN City tomar kirin.

Bi vê serkeftina giranbuha, MAN City di dîroka xwe de bo cara yekemîn digihe fînala Champions League.

Yariya final a Champions League ku dê 29 'ê Gulanê li Stada Ataturk a Stenbolê birêve biçe, MAN City dê li banda serkeftiya ji Chelsea û Real Madrid bimîne ku dê îro li yarîgeha Stamford Brîdge ya Londonê bilîzin.