Ji bo cara yekem pêşengeheke gulan li Kobanê tê vekirin

Tê de nêzîkî 200 cureyên cude ên gulan tên pêşandin.

Kobanê (K24) – Li bajarê Kobanê ji bo cara yekem pêşengeheke gulan tê vekirin û tê de nêzîkî 200 cureyên cude ên gulan tên pêşandin. Li gor komîteya amedekar, amedekirina pêşengehê rastî gelek pirsgirêk û astengiyan hat, wek rewşa belavbûna Korona û girtina riyan, lê tevî wan zehmetiyan jî karîbûn pêşengeha xwe bibin serî. Piraniya kesê serperistiya vê pêşangehê dikin, ji xelk Efrînê ne.