Li Bane kolberekî Kurd di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bû

Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, îro danê sibê pasdarên Îranê li gundê sînorî yê Nenor yê bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd ê bi navê Mesûd Mihemedî û xelkê gundê Nenorê birîndar bû.

Çen roj berê jî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê du kolber ji ber êriş û îşkenceya pasdarên Îranê birîndar bûbûn.

Li çiyayê Tete li nêzîkî bajarê Merîwanê komek kolberên Kurd rastî êrîşa pasdarên Îranê hatibûn.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Rehmetullah Qadirnejad giran birîndar bûbûn.

Ji aliyekî din, pasdarên Îranê li devera Mile Tete ya Merîwanê jî kolberekî Kurd bi navê Fuad Rahpêyker, xelkê gundê Berdereş yê Merîwanê, girtin û bi tundî lê dan û îşkence lê kirin û bi giranî birîndar kirin.