Li Bakur jiyana welatiyan di metirsiyê de ye

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mafên mirovan herî zêde di vê serdemê de hatine binpêkirin û bi ragihandina qedexeyên li tax û navçeyan, ewlehiya canê welatiyan di serî de, hemû jiyana wan ketiye bin gefan.

K24 – Diyarbekir

Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Diyarbekirê rapora binpêkirinên 6 mehên dawî ragihand. Di raporê de hat diyar kirin ku, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mafên mirovan herî zêde, bi her awayî di vê serdemê de hatine binpêkirin û bi ragihandina qedexeyên li tax û navçeyan, ewlehiya canê welatiyan di serî de, hemû jiyana wan ketiye bin gefan.

Di Sala 2015an de, li Bakurê Kurdistanê, 17 hezar û 640 buyerên binpê kirina mafên mirovan hatine kirin. Daneyên KMMê, ji 16ê Tebaxa 2015 û heta 24ê Çileya 2016an 214 kesên sivîl, di şer û pevçûnan de hatine kuştin, 822 kes jî birîndar bûne. 23 jin, 19 zarok û 23 peywirdarên hêzên ewlehiya Tirk jî xwe kuştine. 423 buyerên êşkence û danûstandinên xirab pêk hatine.

 Serokê KMMî ya Diyarbekirê Racî Bîlîcî da zanîn ku wan, ji bo asteng kirina binpêkirina mafên mirovan, serî li hemû saziyên mafên mirovan dane û ji rayedarên Tirkiyê daxwaz kirine ku çareseriyek were dîtin. Racî Bilîcî tekez kir ku ragihandina qedexeyan neqanûnî û binpêkirina destûra Tirkiyê ye.

Berpirsê Herema Bakurê Kurdistanê yê KMM, Evdilselam Înceoren jî behsa hejmarên diyardeyên binpêkirina mafên mirovan kir û got: "Di şer û pevçûnên 6 mehên dawî de, 161 endamên hêzên ewlehiya dewleta Tirk, 199 çalakvanên PKKê, 124 kes kujer nediyar û 150 sivîl ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve û sivîlek jî ji aliyê çalakvanên PKKê ve hatine kuştin.

Li Bakurê Kurdistanê, di 6 mehên dawî de, li 19 navçeyên 7 bajaran 59 caran qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Li hinek ji wan navçeyan bi dehan roj wê qedexeyê berdewam kir û hemû mafên nişteciyên wan navçeyan hatin binpêkirin.