Serokwezîr Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna li ser têkoşîna tundiya li dijî jinan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 5ê Gulana 2021ê, serperiştiya civînekê li ser têkoşîna tundiya li dijî jinan kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 5ê Gulana 2021ê, serperiştiya civînekê li ser têkoşîna tundiya li dijî jinan kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîrên pêwendîdar amade bûn, tevî nîşandana nîgeraniya li ber bûyerên tundiya li dijî jinan û tundiya li dijî malbatan bi giştî, li ser rêkarên rûbirûbûn û sînordarkirina wê diyardeya nerast, gotûbêj hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastin û dakokîkirina li mafên jinan û rûbirûbûna tundiyê bi giştî û bi taybetî li hember jinan dûpat kiriye bi rêya bihêzkirina pêgeha jinan li nav hikûmet û civak û dabînkirina derfetên kar û cîbicîkirina yasayan û bihêzkirin û bêtir aktîvkirina rola dadgehan û desteserkirin û cezakirina wan tawanbarên ku tundiyê encam didin.

Di civînê de çend biryar û rasparde ji bo sînordarkirina tundiya dijî jinan hatin gotûbêjkirin. Li ser vê yekê ji dezgehên ragihandinê hat xwestin ku alîkar bibin û rola xwe ya girîng di têkoşîna tundiyê de û di pêşvebirina hişyariya civakî de bilîzin û nebin sekoyek ji bo handana tundiyê û zêdebûna diyardeya nexwestî ya civakî.