Li Efrînê teqîn: 5 zarok birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya.
Li taxa Mehmûdiye ya li bajarê Efrînê bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya û di encamê de 5 zarok birîndar bûne.
Zarokên birîndar bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Ji dema ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyê herêma Efrînê dagir kirine, car caran teqîn çêdibin û di encama teqînan de welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.
Efrîn ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola komên çekdar ên Tirkiyê de ye.