WHO tenê 645 derzî ji Rojavayê Kurdistanê re şandine

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) tenê 645 derzî ji herêmên Rojavayê Kurdistanê re şandine.
Heyva Sor a Kurd
Heyva Sor a Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) tenê 645 derzî ji herêmên Rojavayê Kurdistanê re şandine.

WHO di vê dawiyê de 203.000 derzî ji hikûmeta Şamê re şandine û beşek ji derziyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandine û dê bi rêya balafirgeha Şamê bigihîne Qamişlo, lê diyar bû ku tenê 645 derzî ji herêmê re şandine.

Derbarê vê mijarê de, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa ji medya nêzîkî Rêveberiya Xweser re axiviye û daye zanîn ku ev reftara WHOyê siyaseta têkbirina nirx û rêgezên xwe ye.

Ciwan Mistefa diyar kiriye: "WHO ne adil e û girîngiyê nade zêdetirî 5 milyon şêniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev reftar wek heqaretek e ji şêniyên herêmê re."

Mistefa destnîşan kiriye ku WHO ji dema belavbûna vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tu girîngî nedaye û tu made û pêdiviyên tenduristî ji herêmê re tevî bangên berdewam neşandine û dibêje: "Made, alav û pêdiviyên tenduristî ji tevahî herêmên cîhanê re hatine şandin, lê WHO tu girîngî neda herêmên me û ev jî nîşaneya nakokiyên di rêgez û siyasetên wê de ye."

Mistefa bang li WHO kir ku di siyasetên xwe de adil be û rola mirovî bilîze û di karên xwe de wekheviyê pêk bîne.