Mesrûr Barzanî: Em rijd in li ser xebata bidawîanîna tundiya li hember jinan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; di çend hefteyên bê de ew ê mêvandariya çalakvanên mafên mirovan û grûpên civaka sivîl bike ji bo dîtina rêyeke çareseriyê û hewldana kêmkirina tundiya li dijî jinan.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; di çend hefteyên bê de ew ê mêvandariya çalakvanên mafên mirovan û grûpên civaka sivîl bike ji bo dîtina rêyeke çareseriyê û hewldana kêmkirina tundiya li dijî jinan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez ji ber zêdebûna tundî û destdirêjiya li hember keç û jinan li Kurdistanê nîgeran im. Ev paşketin e û li dijî nirxên bilind ên civaka me ye, loma em ji bo xebata bidawîanîna vê diyardeyê rijd in.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Di çend hefteyên bê de ez ê mêvandariya çalakvanên mafên mirovan û grûpên civaka sivîl bikim ji bo gotûbêjkirin û dîtina rêyeke çareseriyê û yekxistina hewldanan ji bo armanca me ya hevbeş ku Kurdistaneke silamettir e ji bo her kesî.”

Her di vê çarçoveyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişande ser civîna îro ya ligel saziyên ku bi pira jinan pêwendîdar in û ragihand: “Îro min aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêmê guhdarî kir derbarê têkoşîn û sînordanîna ber vê diyardeyê, wek pêşvebirina hişyariya civakî û amadekirina projeyasayan ku wekheviyê pêş dixin û di asta daxwaz û mafên jinan de ye.”

Ev twîtên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hatin ku îro çarşemê 5ê Gulana 2021ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serperiştiya civînekê li ser têkoşîna tundiya li dijî jinan kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîrên pêwendîdar amade bûn, tevî nîşandana nîgeraniya li ber bûyerên tundiya li dijî jinan û tundiya li dijî malbatan bi giştî, li ser rêkarên rûbirûbûn û sînordarkirina wê diyardeya nerast, gotûbêj hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastin û dakokîkirina li mafên jinan û rûbirûbûna tundiyê bi giştî û bi taybetî li hember jinan dûpat kiriye bi rêya bihêzkirina pêgeha jinan li nav hikûmet û civak û dabînkirina derfetên kar û cîbicîkirina yasayan û bihêzkirin û bêtir aktîvkirina rola dadgehan û desteserkirin û cezakirina wan tawanbarên ku tundiyê encam didin.

Di civînê de çend biryar û rasparde ji bo sînordarkirina tundiya dijî jinan hatin gotûbêjkirin. Li ser vê yekê ji dezgehên ragihandinê hat xwestin ku alîkar bibin û rola xwe ya girîng di têkoşîna tundiyê de û di pêşvebirina hişyariya civakî de bilîzin û nebin sekoyek ji bo handana tundiyê û zêdebûna diyardeya nexwestî ya civakî.