Rewşa vaksînkirinê li Tirkiyê di çi astê de ye?

Li Tirkiyê nêzî 24 mîlyon welatî hatine vaksînkirin. Lê belê ev demekê ye vaksînkirina welatiyan ji ber peydanekirina vaksînê hatiye rawestandin.
Vaksîn
Vaksîn

Enqere (K24) - Li Tirkiyê nêzî 24 mîlyon welatî hatine vaksînkirin. Lê belê ev demekê ye vaksînkirina welatiyan ji ber peydanekirina vaksînê hatiye rawestandin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca dide zanîn, di peydakirina vaksîna Sînovacê da pêngavên erênî hatine avêtin û her wiha wê parta ewil ya vaksîna Rûsî jî vê mehê bigihîje Tirkiyê.

Fahrettin Koca dibêje; dê ji meha Hezîranê û şûnde kesên temenê wan ser 40 salî ne bê vaksînkirin. Her wiha Koca destnîşan dike, di nava 3-4 mehan da jî kesên temenê wan ser 18 salî ne wê bêne vaksînkirin.

Li aliyê din Tirkiye bi Rûsyayê re li hev kiribû ku wê vaksîna Sputnik V bistîne.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê diyar dike, parta ewil ya vaksîna Rûsî wê di nav mehekê de bigîhîje Tirkiyê û bi giştî 50 mîlyon doz jî wê di nava 6 mehan da bigihîje ber destê Tirkiyê.