PKKê li devera Biradost êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kir

Li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.
Devera Biradost
Devera Biradost

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.

Fermandarê Fermandariya Helgurd, Behram Erîf Yasîn ji K24ê re ragihand, çekdarên PKKê bi çekê RPG, BKC û çekê sivik êrîş ser xaleke Pêşmerge li devera Biradost kir.

Diyar kir jî, hêza Pêşmerge ya li wê xalê bersiva êrîşa çekdarên PKKê dan û ti ziyanên canî di nava hêza Pêşmerge de nebûn.

Behram Erîf Yasîn got jî: " PKK dixwaze li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derxe. Divê PKK rêzê li rewş û yasayên Herêma Kurdistanê re bigire"