Li Kerkûkê DAIŞê êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê kir

Di nava sê rojên derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser 14 cihên cuda kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser hêzeke artêşa Iraqê de, leşkerek hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê li nêzîkî bajarokê Dubiz kir û di encamê de leşkerek hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di nava sê rojên derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser 14 cihên cuda kirine.

Ji ber valahiya ewlehiyê ya di navbera sengerên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi tevgerê kirine û êrîş dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha jî hişyarî dabû û amadehiya xwe ji bo hevkarîkirina dagirtina valahiya ewlekarî û rêgirtina li çekdarên DAIŞ'ê diyar kiribû.