Qedexeya çûnûhatinê ya li Rojavayê Kurdistanê hat dirêjkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Qedexeya çûnûhatinê ya sînordarkirî ya li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser ji bo heyama 10 rojan hate dirêjkirin.
Serokatiya Hevbeş a Encûmena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ragihand, qedexeya sînordarkirî ji bo 10 rojên din hate dirêjkirin. Qedexe ji sibe 7ê Gulanê ve destpê dike û heta 16ê Gulanê berdewam dibe.
Li gor biryarên qedexeyê:
Biryara qexedeyê ji demjimêr 7ê êvarê û heta 7ê sibê ji roja din dibe.
Hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser tên girtin, tenê ji bo rewşên mirovî, nexweşiyan, xwendekaran û tevgera bazirganiyê dê vekirî bin.
Hemû kombûn (ahengên şahiyê, konên sersaziyê, civîn û nimêja li perestgehan û hemû kombûnên din) qedexe ne.
Hemû dibistan, zanîngeh, peymangeh û dayingeh dê girtî bin.
Hemû kafêtirya, qehwexane, bazar dê girtî bin, tenê dikarin daxwazên xwarinê yên derve (delivery) pêk bînin.
Divê hemû welatî divê pabendî tedbîrên xweparastinê bibin û maskan bi kar bînin.