Sûriye daxwaz ji Tirkiyê dike para wê ji ava çemê Ferat berde

Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Sûriyê bang li civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî kir jî ku destêwerdanê di vê pirsê de bikin.
Dîmenek ji kêmbûna avê di çemê Ferat de
Dîmenek ji kêmbûna avê di çemê Ferat de

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Sûriyê daxwaz ji Tirkiyê dike ku para Sûriyê û Iraqê ji ava çemê Ferat berde û bang li civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî kir ku destêwerdanê di vê pirsê de bikin.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Sûriyê Tamam Reid derbarê kêmberdana ava çemê Ferat ji aliyê Tirkiyê ve ragihand: kêmkirina ava çemê Firatê di bin rêjeya ji sedî 50, bandor li ser westeghên ava vexwarinê û li projeyên avdanê kiriye.

Got jî: “Sedema kêmbûna avê ji aliyê Tirkiyê ve ye. Em daxwaz ji aliyê Tirkiyê dikin ku em avê li gorî para adil a ji bo Sûriye û Iraqê jî hatiye destnîşankirin berder.”

Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Sûriyê got: “Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî dikin ku di vê mijarê de destêwerdanê bikin, da ku herikîna çemê Ferat wek berê vegerîne."

Herwiha got jî: "Berdewama rewşê bi vî awayî, ewlehiya avê li Reqa, Dêrazor ê û Heseke dixe bin gefê."

Peyamnêrê K24ê li Kobanê berî çend rojan dabû zanîn, nêzîkî 3 mehan e Tirkiyê ava çemê Ferat kêm berdide û vê yekê hîştiye ku asta avê di çem de nizm bibe û gelek gundên Kobanê bê av bimînin.

Li gor zanyariyên ku peyamnêrê me ji Rêveberiya Bendavan a Rêveberiya Xweser wergirtiye, niha Tirkiye 200 metro sêcar di çirkeyekê de ava çemê Ferat berdide ku li gor peymana navdewletî ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de ya sala 1980 û 1994an de, divê Tirkiye 500 metro sêcar di çirkeyekê de berde.